Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [software engineering] de;

1. beşeke endezyariya kombersê ye. bi kurmancî endezyariya bernameyê ye.
îsal waneyeke me bû û va ye îro di waneya dawîn de me. ez ê êdî jê xilas bibim!
ev wane li ser rê û rêbazên çêkirina bernameyan e. qala cureyên metodên çêkirina bernameyan dike. ev metod çi ne, ferqên wan çi ne, çawa û kengî tên bikaranîn, girîngiya wan çi ye filan fistan.
hemû wane li ser vê pirsê ye: te projeyek girt lê tu yê çawa vê projeyê bi rê ve bibî?
mesela ku projeyeke hêsan be, tu bikaribî her tim ji mişterî tiştinan bipirsî agile method; ku projeyeke mezin be û ewilî her tişt diyar bin waterfall method ango waterfall model.
ku tu projeyekê bigirî divê tu ji mişterî requirementan (pêdivî) bipirsî. mînak: divê di vê bernameyê de taybetmendiya lêgerînê hebe.
ku gelek endezyar hebe, hûn ê çawa projeyê çêkin, kî wê çi çêke? ev jî pirseke din e.
filan û bêvan. waneyek wiha weke jehrê ye. gelek ezber heye û di pratîkê de tu nikarî zêde tiştekî bikî tenê tişta ku tu dikarî bikî ezber e...



03.01.2017 11:22 | mergehez