Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bisan] de;

1. markayeke tirkan a bisiklêtan e. demekê hema bêje herkesî bisiklêtên bisan diajotin. bawer im bîranînên hemû tirşikvanan hene li ser bisiklêtên vê markayê. eslê xwe de motosiklêt jî difiroşin lê kes zêde nizanin lewma bi bisiklêtên xwe meşhûr bûye. Gelek cureyên bisiklêtên wê hene lê tenê cureyeke wê tê zanîn. bi navê (stûr: bisiklêtên xizmetê) cureyek bisiklêtên wê heye. lêsiwarbûna wê gelek zehmet e. ku meriv bisiklêtê xwar neke hema bêje siwarbûn ne mimkun e. çimkî hesinên wê yê navê gelek bilind e. berevajî siwarbûnê ajotina wê gelek hêsan û bikonfor e. meriv mecbûr namîne ku xwe xwar bike û biajo.

bisiklêtên wê: Here lînkê
modeleke bisiklêtên xizmetê: Here lînkê



16.05.2017 16:26 | mergehez