Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîpet] de;

1. lûleya zirav û kin. ji bo vexwarinan tê bikaranîn. hêlek wê dixî nav vexwarinekê û ji hêla din vexwarinê dikişînî devê xwe. ji bı tenduristiyê gelek baş e. mesela qutîyên kolayê ji ber ku gelekî li derve dimînin gelek mikrop lê dihewin û dema mere devê xwe bi qutîyê vedikin û vedixwin gelek mikrop derbasî laşê mere dibin. lê bi pipetê ev tişt nabe. tabî divê pipeteke ambalajkirî be. ku ne ambalajkirî be kêrî tiştekî nayê ew jî dibe warê mikroban.
di civakê de mêr ji pipetan hez nakin. dibêjin qey dema bi pipetê tiştekî vexwin asta mêraniya wan %50 dikeve. lê tabî ev kêmasiya wan e. kêmhişiya wan e. mêranî çi ye? tu bi çi dibî mêr? bi venexwarina bi pipetê? mêraniya xwe bikujin dostno, dev ji van karên beredayî berdin. herin hinekî li ser kuantumê serê xwe biêşînin.



23.05.2017 15:38 | mergehez