Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [siwaro] de;

5. Strana xelîl xemgîn e ku qala destana dewrêşê evdî dike. Straneke gelek gelek xweş e.



Gotinên stranê:



Siwaro êy

Siwaro îro bi mij e

Banê kelê jê re dibêjine bimij e

Gebarê, Botanê jê re dibêjine bi mij e

De bejna Bavê Nadirê

Siwarê min hibê dilê min rebena Xwedê

Vê sibê li serê çiyayê Kurd û Kurdistanê kij e kij e ay ax

Siwaro êy

Hawar e ji te re nemînim lo lo ax

Siwaro tu siwarê Rojhilatê siwarê Şerqê

Şirnexê dirana heya Amedê

Ji serê rêyano derdora

Li berê berbanga şefeqa sibê way

De mîna hêlkana firqeta bayê serê sibê

Li Cizîra Botan hênîk hênik diherike te û tê

De bila bigihê li Bakur û li Başur

Mizgîn dîkê mizgîna biharê felatê ay ax

Siwar êy

Dilê min bi te re nemînim lo lo



Siwaro rabe sibe ye sibe dereng e êy

Tîrêjên rojê şewqa xwe daye birca, baniya

Tev bajar û gundan dixwemlîne ay ax

Qebiqeba kewa gozel vê sibê dixwînê li ser hêlînê

Fîgana çikeçike dengê bilbil û şalûran awaz e

Xweş deng e ay ay

De rabe xwe bi çekan rext û rim û mizdanê xwe girêde

Bes e ji vê xewa bidîlî û bêdeng e siwaro

Ev roja tolhildan û yekheva mezin e

Ev roja serhildan û ceng e ay siwaro lo ax

Siwaro êy

De rabe siwarê min hibê dilê min

Rebena Xwêdê lo lo

Ax lawo



Nîşe: min ji malpera siirttenote.com stend û kontrol nekir. Dibe ku hinek şaşî hebin..



01.08.2015 20:49 ~21:02 | mergehez