Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ronî war] de;

9. (bnr: nîşaneka baneşanê)

belê ronî war êdî dikare navê xwe bike nîşaneka baneşanê* ji xÊynî vê nîşanekê tu nÎşanekên din bi kar nîne di pirtûkên xwe de !!!!



06.05.2014 01:05 | mergehez

8. nivîskarê ku çend roj berê li 19.fuara pirtûkan ya izmirê ez pê re peyivîm.. dîsa weke sala berê ji xwe cihekî pir teng veqetandibû. dema ez çûm hevalê wî ne li wir bû, tenê ji xwe re derdora xwe dinêrî em hinekî ji xwe re peyivîn. felan fîstan Û ez elimîm ku gundê wî balfisê ye ku cîranê gundê me ye. min li pirtÛkan dinêrî û wî ji min dipirsî bê ka pirtûkên wî cm min hebû yan na. min hema digot tune ye Û wî hemû pirtûkên xwe firot min.. * me berî wê qala occoyê beradayî kiribû min gotibû occo mahabad nivîskarek beradayî ye. dema ku ez dikiram ji wir veqetiyama ji min re got maşalê tu ji min re jî nebêjî beradayÎ Û em keniyan Û hew..



29.04.2014 18:23 | mergehez

5. nivîskarê ku sala borî li fûara pirtûkan ya li izmirê ez pê re peyivî me, ye. çend pêşniyar ji min re kir. got li ser zimane xwe serê biêşîne, pirtûkên kurmancî bixwine. li wê derê ez elimîm ku ew jî dêrikî ye. pir kêfa min jê re hat *



27.03.2014 21:02 | mergehez

2. di sala 1969an de li gundekî Dêrika çiyayê mazî hatiye dinyayê. du caran ketiye hefsa amedê.çar çaran nûneriya sendîkaya karkeran kiriye. nivîs û çîrokên wî di rojname û kovarên mîna azadiya welat, tîroj, kevan, nûbihar, kulîlka ciwan, war, dergûş, tîroj, kovara w, ajda, notos, hayal û hwd. de hatine weşandin. pirtûkek wî bi navê "kuyudaki taş" ji hêla çetîn dûra ve wergerî zimanê tirkî bûye.



berhemên wî:



jiyan jê difûriya (çîrok)

bê lome be (çîrok)

gurzek çîrok (çîrok)

hemû çîrok in (ji tirkî werger-çîrok)

kevnedostê min gumgumok (ji tirkî werger-roman)

kuçeçîrok (çîrok)

feqiyê teyran (roman)

tehar û zihare (roman)

mem û zîn (roman)

siyabend û xecê (roman)

behlulê dîwane (berhev)

deftera wenda (berhev)



13.03.2014 17:43 | mergehez