1. frameworkeke zimanê bernamesaziyê phpyê ye. Bernamesaziyê gelekî hêsan dike. Min berî du mehan dest bi hinbûna wê kir û poşman bûm ku ev çend sal e bêyî framework projeyên phpyê çêdikim.Di phpyê de dema mirov bêyî framework û tew beyî oop kod binivîse, her ku proje mezin bibe, ewqas tevlihevtir dibe. Piştî demekê mirov nizane bê wê guhertinan li ku derê bike. Divê baş lê bigere û dema dît jî îhtîmeleke mezin kodên nû dê pirsgirêkan li cihekî din derxînin. ji ber ku ne pêkan e ku mirov di projeyeke mezin a bê ne-oop de her tiştî li hev bîne, elbet li hin cihan kêmasî hene. lewma mirov pirî caran ditirse tiştan biguherîne. (ez mesela gelek caran nediwêriyam guhertinên biçûk bikim) lê bi saya oopyê (û ideyekê) ew tirs ji holê radibe. laravel jî gelek tiştên amade bi xwe re tîne û tirsa kodên şaş ji holê radike. |
|
04.10.2021 13:52 ~13:56 |
mergehez
|