Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hayao miyazaki] de;

3. derhênerê ku ez herî pir jê hez dikim, e. wî, isao takahatayê derhênerê fîlma hataru no haka, Û kesekî din studyoyek bi navÊ ghibli vekirine û di wê derê de animeyÊn xwe çÊkirine. xebata hayao miyazaki ya ewil animeyeke ku li ser dizekÎ navdar, rupan sansei, ye. navê anÎmeya wî jî rupan sansei ye. wi bi hevalê xwe isao re vê animeya di salên 1971 û 1972an de kişandiye. li gor wê demê animeyek pir kêrhatî çêkirine. piştî vê animeyê xwestiye ku fîlmekî jÎ bikişîne Û dîsa li ser rupan sansei di sala 1979an de fîlmek kişandiye. navê fîlma wî ya ewil rupan sansei: kariosutoro no shiro ye. fîlmÊn wî ên din:

kaze no tani no nausicaä - 1984

tenku no shiro lapyuta - 1986

tonari no totoro - 1988

majo no takkyubin - 1989

kurenai no buta - 1992

mononoke hime - 1997

sen to chihiro no kamikakushi - 2001

hauru no ugoku - 2004

gake no ue no ponyo - 2008

kaze tachinu - 2013



ji xÊynî vana çend kurtefîlmÊn wî jî henin. animeyên wî yên din: Mirai Shounen Konan, Meitantei Holmes. miyazaki di animeya navdar, heidi de jî xebitiye. li gor min fîlma wî ya herî xweş Sen to Chihiro no Kamikakushi ye û heta li gor min ev anime-fîlma herÎ xweş a heya aniha hatiye kişandin, e. wî îsal fîlma xweya dawîn* kişand û xatir ji me xwest. ez bi vê pir xemgîn bûme lê ka ez çi bikim.. lawê wî goro miyazaki jÎ derhêner e lê nabê neynûka bavê xwe. li gor min miyazakî dev ji sînemayê bernade û ewê ji bo lawê xwe senaryoyan binivîse.



09.03.2014 00:06 | mergehez