Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [telefonên biaqil] de;

15. telefonên ku teybetmendiyên wan têra xwe hene û ne ewqasî bela serê mirov e. dema mirov li peyamên ku li binê vê mijarê de hetine nivîsîn, bixwîne wê bibêje qey ev telefon ji tiştekî re nabê û dijminê mirovahiyê ye. lê ne wisa ye. bi van telefonan hema bêje mere dikare her tiştî bike. heta mere dikare ji van telefonan kod binivîse, bernameyan çêkin(bnr: cppdroid). bi kamerayan mere dikare wêneyên xweş bikişîne da ku di pêşerojê de lê binêre û kelogirî bibe. Ger telefonên biaqil nebûya ev îmkanê heba gelo me yê hertim wênekêş bi xwe re bigeranda? înternet û înternet nî'meta xwedê.. em bêjin karekî te heye û divê tu ecele wê bikî. tenê divê tu ji telefona xwe têkevî înternetê û wî karî bikî. jiyanê evqasî hêsantir dike yanî.. tew ez hîç nakevim mijara 'ji telefonê têketina tirşik.net'ê' ev kerametek e* bi saya van telefonan êdî hewce nake mirov hertim bi xwe re lênûsekê bigerîne, ev şûna lênûskê jî digire.. hê taybetmendiyên wê yÊn girîng hene lê dirêj nekim..

başiyên wê hene lê ez nabêjim nebaşiyên wê tune ne. elbet hene lê ne bi qasî başiyên wê ne. mesela bnr: tim û tim bi telefonê mijûl bun. ev pir zêde dema mirov dibe. carinan mirovan gêj dike hişê wan dibe, wan dînomîno dike felan. lÊ ger mirov bikaribe xwe û bikaranÎna wan ji hedê wan derbas neke. telefonên biaqil diyariyeke ji bo mirovahiyê..



hinek kes hene telefoneke 2 hezar lîreyî dikirin û tenê ji bo çend caran kameraya wê bi kar bînin, ji sibehî heta êvarî ji whatsappê peyaman biavêjin, bi kar tînin. di telefona wan de tenê du sê bername hene: whatsapp(û yên wek wê), facebook, candy camera(retrica filan). ger ji şûna 2 milyarÎ bide van telefonan herin telefoneke 500-600 milyonî bikire dikare heman tiştan bikin. Lê çi ye? Telefona biha, esalet e!!



neyse pir dirêj bû sankî....



15.11.2014 14:49 | mergehez