Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [el laberinto del fauno] de;

4. di lîsteya fîlman ya efsane my top nizanim çend!!! de cihekî xweş girtiye. di rêza 17. de ye. de îja hûn bifikirin fîlmeke çiqas baş e. *



2014.04.15-12:06 | mergehez

3. fîlmeke serkeftî ya derhênerê îspanyol guillermo del toro ye. di sala 2006an de hatiye kişandin. filmek fantastÎk Û dramatÎK E.

mijar:{

dem dema ku şerÊ navxweyÎ Yê îspanyayÊ pÊk dihat e. keçek 10 salÎ ya bi navê ofelia ji ber şer bi diya xwe re dihere cem bavmariyÊ xwe Yê ku serpelekÎ faşîst yê artêşa îspanyayÊ ye. bavmariyÊ wê li qereqoleke ku di nava daristanekÊ de ye dimîne. di nav vê daristanÊ de gêjgerînkek heye û di vê gêjgêrînkÊ de jÎ mexlûqek pir cuda heye. ofelia rojekê rastî vÎ mexlûqî tê Û ji wÊ pÊv de jiyana wÊ diguhere, dikeve nav serpÊhatiyekÊ. çi tÊ serÊ wê çi nayê serê wÊ.. ji bo domê li fÎlmê temaşe bike *

}



digel fîlmek fantastîk e, di fÎlmê de zordariya îqtîdara faşist ya franco rê me dide. jixwe di kometek cihê fÎlmÊ de rexne li ser vÎ bênamûsî dike. em şoreşgeran jî dibînin û em tevgerÊn faşîstan YÊn ne însanî jÎ dibînin..



muzÎkÊ fîlmê jî pir navdar e. ji aliyê javier navarrete hatiye çÊkirin.

wek nimÛne: nana de mercedes : http://www.youtu.be/E7iJFu2v9x0



jixwe piştî hÛn vê muzîkê guhdarî bikin, hÛnê xweberê fÎlMÊ jÎ temaşe bike. di vÊ navberÊ de dema di fÎlmÊ de ev muzÎk lÊ dida hêsir ji çavÊn min diherikÎ. bila ev jÎ di navbera me de bimÎne temam? *



2014.04.15-11:54 | mergehez