Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên occo mahabad] de;

10. Ezê helbesta wî ya herî navdar binivîsim, ger we berî vê helbestê ti helbest nexwendibin bixwînin belkî hûn jê hezbikin *



li ser sînga min

şopên destên te

kor û lal û kerr…

li ser zimanê min

germahiya devê te

kesk û sor û zer…



li ber laşê min

çavên te qaçax qaçax dikenin

tu qaçax qaçax şa dibî

evîn qaçax

qêrîn qaçax

tu qaçax…



li ser laşê te qaçaxek

qaçax qaçax xwe dide te

qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre

awirên te qaçax

hezkirin qaçax

ez qaçax…



24.06.2014 01:24 | mergehez