Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirina kalekî rind] de;

2. navê pirtûkeke mehmet uzun e. pirtûk li ser mêrek bi navê serdar û kalemêrekî -kalemêrekî rind- e. serdar sirgunî swêdê dibe û dema ku dikê tixûb derbas bike rastî kalekî tê û peyvê vî kalî di wî de tesîrek pir mezin dihêle -tesîrek ewçend mezine kî jiyana serdar diguherîne, ber bi serfiraziyê, kêfxweşiyê û di heman demê de jî ber bi dilsojiyekê dixe- . serdar piştî çûna swêdê dîsa vedigere nik kalo, ew û kalo bi hevre çend rojan derbas dikin û dîsa swêd-gund-swêd-gund- :(

vegotina mehmet uzun ewqas kêrhatî ye ku merivan bi pirtûkê re dike yek û merivan dixe nav mijarê û wan jî bi xwe re xemgîn dike, geş dike. (ku min dikariba hîn zûtir bixwanda û min wateya hemû peyvan bizanîba minê di hundirê du-sê saetan bixwanda û minê danîta cihekî balkêş da ku ez çend hefteyan, hefteyê carekê bixwînim. lê mixabin, hezar mixabin ev ne mumkun e....)



di dawiyê de ka ez helbesta yahya kemal a bi navê mirina rindiyan binivîsim.



di bexçê ku qebra hafiz tê de bû, gulek hebûye;

ew her roj bişkiviye, bi rengê xwe yê xwînî,

bi şev, bulbul heta destê sibê giriyaye,

bi ahenga xwe, ya ku şîrazê kevnar bi bîr tîne.



ji bo rindekî mirin, welatekî asûde yê biharê ye;

dilê wî weke bixurdanekê sal bi sal dikele.

û li ser qebra wî ku di bin darên hûnik de maye,

her seher gulek dibişkive; her şev bulbulek vîçîn dike.



02.03.2014 22:05 | mergehez