Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [izmir] de;

14. êdî weke berê jê nabehecim. bûye bajarê min, li wir bêtir sebra min tê li wir bêtir dikarim kar marên xwe bikim. nizanim çima lê êdî li amedê weke berê sebra min nayê. ev sê meh in ku li amedê me lê her tim aciz dibim. carinan dibêjim qey serê min dê biteqe. li dora xwe dinerim û hey li dora xwe dinerim. tu tişt tune. tu tişt ne wek berê ye. ne dikarim derkevim derve ne nî dikarim li malê li ber kombersê rûnêm. nabe çi bikim jî nabe. hema dixwazim zû herim izmirê. vê carê baş dizanim ku ne ji ber aciziyê mayîna wexteke dirêj a li derekê ye. vê carê cuda ye. ji ber wê jî planên min ên pêşerojê jî diguherin. êdî min niyet e heta ku ji bêrîkirinê hişê xwe winda bikim, li dûrî kurdistanê van deran bijîm..



22.09.2016 01:23 | mergehez

9. Bajarê ku her sal di van rojan de fuara pirtûkan li semta basmaneyê tê lidarxistin. Niha li basmaneyê me û bîskeke din ez û rûbar payîz em ê seriyekê bidin cihê fuarê. Ku em xewnname bibînin em ê kêfxweş bibin. Lê em nizanim bê li ber pirtûkên kîjan weşanxaneyê ye..



16.04.2016 17:39 | mergehez

7. bajarê ku nêzîkî salek berê bûyereke wisa lê pêk hatiye: http://youtu.be/xqw5Q3uDU68



08.11.2014 17:48 | mergehez

2. Îzmîr an îzmîr'a gawÛr, her çiqas behra wê hebe Û bajarek pirî mezinbe jî ne qasî dêrika çiyayÊ mazÎ xweş e. ji bo kurdîstanîyekÊ/î wek girtîgehê ye. hemû kemalîst in û dîsa hemû rojnameya sözcü dixwînin. de îja wer û halê me bifikirî.



04.02.2014 10:55 | mergehez