9. werzîşeke ku mêran xistinin bin destên xwe û jin jî vê dipejirînin. kengî ez û jinek li ser fûtbolê bipeyivin ez vê dibêjim, ew jî dibêjin ev tiştekî rast e lê dev jê berde lo tiştek nabe ma em bi vê kelocan dibin ne bes e. * |
|
01.03.2014 19:47 |
mergehez
|
8. werzîşeke ez jê hezdikim e lê hew ji lîstina wê. dema ez biçûk bûm jî -belkî ji ber birayên bû, wan jê heznedikir- min jê heznedikir lê piştî çend salan min jê hezkir, min wê dişopand, min maçan temaşe dikir û hetta carina ji sibê heya êvarê min kanalên werzîşê temaşe dikir da ku ez ji tu tiştî kêm nemama. dîsa piştî çend salan min hêdî hêdî dev jê berda û îsal min tevahî dev jê berda. di malperên nûçeyan beşa sporê qet nanerim heta tiştekî girîng be jî ji ber li ser fûtbolê ne ez naxwazim lê binerim. |
|
01.03.2014 19:02 |
mergehez
|