Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [steven spielberg] de;

3. milletperwerekÎ amerikayê ye. di her fîlmÊn wî de em dikarin alaya amerîka ya ku spielberg dixe hindurê çavên mere, bibîne.
fîlmên wî yên navdar: jaws - close encounters of the third kind - rêzeya indiana jones - e.t. the extra-terrestrial - empire of the sun - jurassic park - schindler's list - saving private ryan - minority report - catch me if you can - the adventures of tintin - * - lincoln.

ji van fÎlmÊn wî yen pir xweş: jaws, schindler's list
-------------------yên xweş: indiana jones, e.t., saving private ryan
-------------------yên din jÎ normal in.

Ne derhênerekî pir serkeftî ye lê ji ber ku reklama xwe baş dike û welatparêziya amerîkayê dike derhênerekî pir navdar e. Fîlmên wî bigelemperÎ pir tên fîşalkirin. mesela saving private ryan pir Û pir fîşalkirî ye. weke hûn jî dikarin texmîn bikin, çend oscarên wî hene:
1- Derhênerê herî baş - Saving Private Ryan -1998
2- derhênerê herÎ baş - Schindler's List - 1993
3- fîlmA herî baş(ev xelat dihere 'çêker' re) - Schindler's List -1993



02.04.2014 17:38 ~2016.11.11 21:00 | mergehez