Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [charles bukowskî] de;

8. Tevli her kesî bi tenê

Laş hestîyan dorpeç dike.
Û hişekî dixin
li wê derê û
carna rihekî
Û jin guldanka
dişikestînin li ber dîwaran
Û mêr gelek zêde
vedixwin
Kes nabîne

lê ji nav û derve yî
nivînan de
berdewam dikin ji gerrîne.
Laş dorpeç dike hestîyan
û ji laş zêdetir dixwaze
ew laşa.
Tûu bext tune hem jî
tu.
Em hemu ketine tora
heman qederê.
Û tû kes, tu car nikare bibîne
wê.
tijî dike sergoyan
tijî dike xurdegehan
tijî dike tîmarxaneyan
tijî dike nexwaşxaneyan
tijî dike goristanan
tijî nake beyî wan
tû tiştî. (bnr: alone with everybody)



11.03.2018 22:41 | jifêzagorda