Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jin jin e kulîlk bavê te ye] de;

5. Çanda mêrane wateya hebûna jinan li gorî hewcedarî û berjewendiyên xwe diyar dike û lewma jî dixwaze wan bi wekî "tiştên bedew ên ku ne bi xwedî îrade û aqil" pênase bike. Çîçek cureyekî giha ye helbet ji nav ekosîstemê de xwedîyê girîngiyê ye lê çîçêk çîçek e, jin jin e, mêr jî mêr e. Lê de dek û dolabên çanda pederşah xelas nabin, bi pênseyên wiha komîk ve dikin ku merivan bixapînin lewre him kêmaqil jî ra bin bibêjin; wey mêr qîmet didin jinan lewma felan bêvan!
Çanda mêran jinan wekî çîçekan (tiştên bedew û bê îrade, eşya, milk) dibîne lewma jî;
1-Jin li sûkan wekî koleyên sexê tên firotin
2-Jin bi aliyê bav, bira an jî mêrên ji malbata wan ve bê dilî wan tên "dayîn" an jî "standin".
3-Jin bi aliyê malbata wan ve dîl tên girtin nikarin bi azadî bigerin, bixebitin, bijîn.
4)Jin bi aliyê olên wekî îslamê, yên hovane ve wekî eşyayekî tên çarşevkirin, girtin.
5)Jin ji nav malbatê de dûcarî destdirêjiya bav birayê xwe dibin, paşê jî tên kuştin û hemû civaka durû bi yek dengî van kuştinan bi wekî (bnr: xwekuştin) ni nav dike. Li Kurdistanê her roj bi hezaran ev bûyer dibin. Jin wisa ne benîştê devê çend bêqailane ku bikaribin vê gotina watedar rexne bikin an jî qerfên xwe jê bikin.
(bnr: i cannot believe ı still have to protest this shit!)



18.03.2018 18:38 ~18:57 | jifêzagorda