Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslamofobîk] de;

5. Her zindî/hebûn bi awayekî sirûştî ji tiştên ku zirarê dane wan (herî kêm xwedî tecrubeyekî wiha nin) ji tiştên/kesên/bûyerên xwedî potansîyela zirardayinê ditirsin, dixwazin jê dûr bisekinin, xwe jê biparêzin. Jixwe peyva fobî yê jî tê wateya tirsînê. Lê her tirs fobî "phobia" nîn e. Bona ku tirsek wekî fobî bê pênasekirin dibê exstrem û belasebeb be.
Belê ez ji îslamê û hişmendîya îslamî bi awayekî ekstrem ditirsim lê bi hezaran sedemên rasyonel henin ku ez jê bitirsim. Bi tenê xwendina pirtûka wan a pîroz têr dike ku meriv fem bike ka gelo çima ez hevza xwe ji îslamê û bi taybetî jî ji îslamîstan dikim/dixwazim bikim. Lewma jî ez vê terma wekî "islamiphobia" şaş dibînim. Te bibêjî îslam tişteke normal e ku kesên jê ditirsin xwedîyê tirseke îrasyonel û ekstrem in!



28.02.2018 05:38 ~05:39 | jifêzagorda