Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taybetmendiyên jinên kurd] de;

8. Taybetmendî li gorî çînê, jiyanê, erdnigariyê diguherin. Koletî/dîltî çi qasî pir alî û kûr be, taybetmendî jî ew qasî xerabtir dibin. Li bakûrê Kurdistanê Kurdên herî dewlemend (ne bi çîna karkeran) jî aliyê çandî û neteweyî ve bindest in, zêdepariya wan xwe şerm dike, Kurdbûna xwe vedişêr e. Lewra Jinên kurd jî bindestên bindestan in. Wekî vê zêdepariya Kurdên mêr li sûkê, leşkerîyê, dibistanê lêdane dixwin, biçûk tên dîtin, kesayeta wan tê şikestandin û ew jî gava tên li malê heyfa xwe îcar ji jinên malê derdixin.

Lewma jî mêrên kurd ji qasî nezan, şerûd û ne kubar bin jinên Kurd jî ew qasî bindest, belengaz, dudilî nin. Tu carî xwebawer nîn in, hemasa hewceya pejirandinê dibînin lewma jî bersîva pirsên dizanin dipirsin û hew.

Her tişt li ser hevdu bandor dike, heya meriv hemû civakê, rewşa derûnî ya civakê fêm neke, rewşa jinan jî nayê fêmkirin. Helbet gotinên li jorê çavdêriyên min in, divê ev mijara bi awayekî zanîstî bê lêkolandin.



18.03.2018 19:13 ~19:15 | jifêzagorda