Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serhed] de;

18. îro 21ê Avrêlê ye û berf barîye ji gundê me...



22.04.2018 03:16 ~03:17 | jifêzagorda

16. Piştî ku li hemû heremên Kurdistanê geriyam min baş fêm kir ku "ew kurdistana serê min de" serhed e. Çawa ku gotineke gelekî berbelav heye, dibê; zarokatî welatê min e û ez her ku dikim vegerim li wir, serhed jî zarokatiya min e. Erê bi awayekî îdeolojîk hemû kurdistanê û zimanê Kurdî diparêzim, jê hez dikim lê ya min û serhedê ji milkê dil e.
heke qala serhedê bibe û navê (bnr: hecîyê cindî) neyê kirin şerm e. (bnr: hewarî)yê de cih daye hemû gotinên, dengên serhedê. gava ez ji bîra dengên aliyê me dikim vedikim û hewarîyê dixwînim. Wekî vê (bnr: hagop mintzurî) jî di çîrokên xwe de qala gelek gelî, gundên serhedê dike. Ji nivşên nû jî zimanê (bnr: mem zînistanî) xwedî sewteka serhedî ye. her çi qasî aliyê wêjeyî ve zêde kêfa min jê re neyê jî, gelek peyvên, gotinên serhedê bi kar tîne.



07.03.2018 23:39 ~23:39 | jifêzagorda