Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [almanî] de;

10. nêzikî salekî ye ez almanî fêr dibim, êdî dikarim xeberdanên rojane bikim û nivîsên hêsa fem bikim felan. min li almanyayê bi kurseka almanî ve dest bî vê pêvajoya fêrbûnê kir. Fêrbûna almanî ne bi wekî fêrbûna îngilîzî hêsa ye. Divê meriv bi rasrî jî hemû bala xwe bide zimên.
belê her kes gazinên xwe ji hebûna artîkelan dike lê bi min ev yek ne ew qasî zehmet e, bi tenê divê her peyvê bi artîkela wê vê fêr bî. Yanê tu bibêjî ka bisene ez pêşiyê peyvan jiber bikim û paşê binêrim ka gelo artîkel der, die an das e, tu yê karê xwe zehmettir bikî.
bona artîkelan Here lînkê
Heke we bi rastî jî biryar girtibe ku hûn ê almanî fêr bibibin teqes ji xwe re hevalekî/a tandemê bibînin. îtalkî bona vî karî baş e. Here lînkê



08.03.2018 16:44 ~16:48 | jifêzagorda