Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ian mcewan] de;

1. nivîskarekî Brîtanî ye. Naveroka pirtûkên wî bi taybetî jiyan, hest û serpehatiyên mirovên ji çîna naverast ên ewropî nin. Zimanê wî rewan e, mijarên herî tevlihev bi awayekî hêsa, bi kêm peyvan xweş vedibêje. (bnr: xelata booker) stendîye ku ev xelata wêjeyî ya herî girîng e li brîtanyayê.
(bnr:Nutshell ) min yekem car ew bi xwendina vê pirtûkê ve nas kir. Meriv dibêje mijareke ew qasî biçûk/hêsa çawa dikare wiha bi kelecanî, bi hesteke tenha, ne-ewil ve rave dike. (bnr: the children act) jî baş bû.
(bnr: on chesil beach) ev pirtûka wî jî kirine fîlm, jixwe piştî ku min fîlm temaşe kir hate bîra min ku tirşika delal bi navê İan Mcewan ve bixemilînim. bi her hal...



20.08.2018 01:07 | jifêzagorda