Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [solo] de;

1. Navê romaneka (bnr: rana dasgupta) ye. Her beş bi navê bûjen/elementeka kimyevî dest pê dike. Bi zimanekî rewan, matematîkeke gelekî serkeftî hatiye nûsîn. Ji zarokatiya Ulhrich ve dest pê dike heya dawiya jiyana wî, derbarê dîroka sofyayê (paytexta bulgaristanê) hatina sovyetê, derûniya mirovên wê dewrê, heya cafe, bar û jazza li Berlînê de gelekî agahiyan dide. Xwendina pirtûkê gelekî rihet e. Bi taybetî kesên ku dixwazin bûyerên dîrokî bi awayekî hurgilî û bi rêya jiyana mirovan fêm bikin baş e.
Berra: min teze dît, weşanxaneya metîsê wergerandiye zimanê dagirkeran, lê mixabin bi zimanê me nîn e. Hêvî dikim rojekî em bikaribin bi zimanê xwe jî bixwînin.



05.01.2019 02:20 | jifêzagorda