Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sexting the cherry] de;

1. Romaneke (bnr: jeanette winterson)ê ye. Bi rastî hezar cara mala Wintersonê ava be. berhemeke nûwaze ye. Ji pirtûkê çend hevokan werdigerinîm. û hêvî dikim ku em rojekî bikaribin bi kurdî jî bixwînin;

"Paşê dildarên navdar hatin bîra min; mêr û jîn ên ku ev yek ji xwe re kiribûn pîşe… Erê da, kesên ku ticarî têr nabin, ku dikarin wekî seyareyên seyranan di heman demê de du, sê heya çar evîndariyan bidomînin? Gelo ew çi digerin, ketine li pey çi?
Ti taybetmendiyeke bengînîyên min xwe nîn bû. Ez hê jî li pey reqsvanekê bûm. Li gorî salixên xwîşkên wê xwe, qey ew reqsvana pîr, heya gelekî ketî ye. Eja serbarê serde jî ji berê ve dilê min her tim ketibû jinên ku xwe hez nakin, nikarin hez bikin, ti niyeta wan nîn e ku hez bikin. Lê min ji wan hez kiribû? Wê çaxê min wisa dizanibû, lê niha şikbar im, min bi tenê xweyê di wan de hezkiribû."



01.07.2019 21:56 | jifêzagorda