Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vegan] de;

8. Veganî şêwazeke xwarinê an jî dîetê nîn e. Îdeolojîyek e. Bingeha vê îdeolojîyê xwe ji wê fikrê digire ku: hemû ajal/heywan wekhevên hevdu nin loma jî çu mafê mirovan nîn e ku heywanên din dîl bigirin, laşê wan bixwin, dest bidin li ser şîrê wan î bo zarok/têşikên xwe hildiberînîn, hingivê wan bigirin û hwd.
Yanê hemberî ol/bawerîyên semîtîk yên mirov li ser hemû hebûnên din bi wekî şah/xwedî pênase dike, Veganî dibê mirov jî ajaleke wekî çêlek, balîna, ker an jî meymunan e.
Belê sirûştê de her yek ajal hebûna xwe bi xwarina a din ve didomîne.
Helbet bi wekî îdeolojîyên din Veganî jî ne yek hizb in. Ji nav veganan de fikr û îdeolojîyên cuda hizbên cuda pêk anîn e.
Li bakurê Kurdistanê hevalekî Kurd çend sal in bo nasandina veganîyê dixebite. Heya di derheqa vê mijarê de pirtûkek jî nivisî. Lê bi fikra min ev hevala veganîyê bi awayekî îdeolojîk nikare baş rave bike, bes gotinên hestiyarî dikare.

Muhabîrê kulêlêxistî xuyaye ku derheqa veganîyê de tiştekî nizane "hayvansal ürünleri tercih etmeyen" law gorî veganîyê jixwe heywan "'ürün" mal/ goşt nîn e, ja "tercîh etmeyen" ku ma!



04.04.2018 15:18 ~21:21 | jifêzagorda