Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navên zarokên tirkmancan] de;

11. Belê çend tespîtên sosyolojîk;
Heke malbat ji zû ve koçî bajarên tirkan kiribin û êdî cînar, nas dostên wan ên tirk jî hebin lê dîsa jî bi awayekî têkiliya xwe û Kurdayatiyê jibîr nekiribin navê zarên wan bi taybetî; Baran, Dilan, Havîn, Helîn e. Ji ber ku ev nav him bi aliyê fonetîk ve bona Tirkan zêde biyanî deng nadin him jî bi Kurdî nin.
Heke malbat xwendî be û xwedîyê karekî dewletê felan be lê ji bona serdemekî part-time bi siyasetê re mijul be navên zarokên xwe wekî Berfîn, Egîd, Roza, Rozerîn dayninin. Ev navana gorî yên pêşîn hinekî dîsa wekî navên Gerîllayan tên bihîstin.
Kurdên hemû polîtikbûna wan dayîna rayê ye û tu carî naxwazin navbera xwe û dewletê xerab bikin, belê bi awayekî çandî misilman in lê we qasî jî di bin bandora cemaatan şêxan de nîn in navê zarokên xwe wekî Ahmetcan, Merve, Kübra, Esma hwd daydinin.
Malbatên Kurd yên Europayê navê zarokên xwe wisa hildibijêrin ku meriv şaş û metel dimîne. Ji ber ku gelemperîya wan dixwaze navekî him bi kurdî him jî bi zimanên Europî xweş bê bihîstin hilbijêrin. Him jî bi sewa nav bikaribin îdia bikin ku Kurd jî bi eslê xwe de Aryen in, Kurdî jî yek ji zimanên Europî ye felan. Navên heya niha min bi çavên serê xwe dîtine; Kevîn (bavê wî got ji qedîmbûnê, kevnbûnê tê, lê dîya wî Yewnan e û digot min navê kurê xwe bi zimanê xwe dayniye) Coanna (ji nav malê de dibên Ciwana ye, lê dişibe Johanna'ya Europîyan) Roza (Jixwe bi gelek zimanan wekî Rosa, Roza heye)

Aha yek jî komeka lap bê şîûr heye wekî mînak li gundê min 5 lawikên ji sala 1991î de hatine dinê û navê wan Seddem henin. Çima? Ji ber ku sala ku Seddem li Başûrê Kurdistanê xwîna Kurdan dirijand, navê wî zêde li ser zimanan bû. Ew gundiyên ku navê wî bi awayekî ji televîzyonan, radiyoyan bihîstin navên zarokên xwe wekî Seddem danîn.

Dawiya dawiyê helbet beyî paragrafa dawîn hemû gotinên li jorê bi tenê gelemperîkirin in û îxtimaleke mezin e ku zêde jî şaş bin.



28.02.2018 17:44 ~17:48 | jifêzagorda