Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bilbilê dilkul] de;

6. Spêdebaş hevalno.

Birastî ez tirşikvanekî hinek devjenîhêz im. Carinan bi tirşikvanekî re pev diçim û dê biçim jî. Bersiv didim û xuyaye ku bersivdana min bidome jî. Lê armanca min tengezar kirina kesekî nîn e. Naxwazim bêhna yekî teng bikim.

Ramana min ku min anîbû ziman bikurtasî ev bû, min digot em kurd çend derfet bibînin ji bo zimanekî pak û paqij têbikoşin. Zimanê xwe bi demê re zelal bikin.

Tirşikvan mîr vê rojana gelek çalak e. Peyam û bersivên min jî ji ber ku peyamên mîr pir bûn di bin peyamên wî de çêbûn. Û ez nivîsên mîr her dixwînim. Serkevtî dibînim, carinan jî napejirênim. Ji ber gotina polîsên gramerê û parêzgeriya peyvên biyanî min bi mînaka heskê hesinê dijî dejenerebûnê derket. Min xwest ku wêranbûna ziman berçav bê, tiştekî din nexwestibûm bi xwedê.

Carekî bi ferhenga şikestî re, carekî gumgumok re û heke çewt nebim carek jî bi umed re devjenk avêtin hev. Carinan ji bo ku tirşik geş bibê her kes çêdikê tiştên wilo.

Wekî ragihandina umed, bilbilê dilkul ango ez ji tomarên din cihê me. Asayî ye, carinan mirov bikeve gumanê tomaran. Lêborîn pêwîst nîn e.

Spasî mîr û umed dikim, li ber nivîsên wan yên geş û xweş im.

Di vê navê de min rîçala bacanê reş nexwariye lê belê dizanim çêdikin, min bihîstiye.



22.06.2018 06:23 | bilbilê dilkul