Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tenê nivîskarên tirşikê yên ku herî kêm 100 peyam nivîsandine, dikarin peyamên siyasî bibînin] de;

4. Kêm e.

Divê 250 peyam be. Û ne tiro viro be. Naverok girîng e. Divê dagirtî be. Tijî be.

Sed peyam di navbera nivîskar û tirşikê de pêwendiyek tam û temam girê nadê. Nikarê girê bidê. Û di encamê da her nivîskarê sed peyam nivîsandî nabe tirşikvan.

Helbet yekî wekî min hebê peyamek tenê jî nenivîsê jî ev jixwe tirşikvan hatiye dinê. Ev jî xaleke gelekî girîng e. Sed peyam filan nedivê. Şerm e jê re. Bê xuyandin nikaribûm dawîya vê peyamê biênim.

Henek li aliyekî, wele sed kêm e.

Helbet ji bilî min. Ez nikarim bi zimanê xwe yê zêrîn sed peyam yên tijî hevok û dagirtî binivîsim.

Hunê binivîsînin heke xweşa min werê ezê bixwînim. Heke guncan bibînim bi peyameke kin kerem bikim bikevim nava we.

Baş e?



10.08.2019 18:16 | bilbilê dilkul