Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [derd û kulê tirşikvanan] de;

2. Wek pêşniyaz ji peyamê derd û kulê tirşikvanan/110328 re

Xewa xwe qenc bigre. Saet ji yanzdehê şevê heta sê yê nîvê şevê û li nav hawirekî bêronî biraze.

Xwarina xwe heta ku ji destê te tê tu çêke û wek hazir nexwe. Ji bo tendiristiyê qet nebaş e.

Ders û proje û ziman û hê hin tiştên din ku tu hez dikî bi girîngiya wan bixe rêzê. Serê pêşîn ji wan yên herî girîng çêbike yên kêm girîng jî li gorî demê dirêj bike, belave bike. Nabêjim çêneke. Yên zehf giring çekê ê din beş bi beş roj bi roj bi demeke hêj dirêj tewaw bike.

Çawaniya ango kalîteya û tendirustiya jiyanê ji her tiştî girigtir e. Û her tim du'a bike, alîkarî ji xwedê bixwaze ku bi sax û silametî tu bigihînî armanca te.

Kirin û berehemên bikalîte ji kirin û berhemên zehf û dirêj yên bêkalîte heja ne. Xebitîn jî. Kalîtedariyê ji xwe re rêbazek bingehîn hilbijêre. Pê ji vê rêbazê ve bernede.

Û dawiyê de di mebestan de her serkevtî be. Bimîne xêr û xweşiyê de.



12.04.2019 01:07 | bilbilê dilkul