Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekemîn tiştê ku dema mirov şiyar dibe tê bîra wî] de;

20. dema ku şiyar dibim yekcar bi dengê xwe yê qalind ew dubendikên ji helbestê şêx evdirehmanê axtepî ya bi navê pur hezîn im dixwînim.

nizanim ji ber çi? belku nû şiyarbûnê dengê min ji asayê gelek stûr derkevê û ev jî xweşa min dihênê. dibe ku kul û derdên min her ku diçin zêde û mezin dibin. Kê dizanê? ji lêvên min derdikevin û hildikevin tevî dorhêlê dibin. êdî dibin xwemalî herkesî.

der xerîbê berf û bahozê 'ecaib dil kewand
dê çikim ya rebb, medet dinya li min têk bû 'ezab

ji asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek serrad
agirê hicran û xurbet, min di dil bû îltîhab


pê rê pêhisîna kurdbûna xwe ku hercar di bîra min de cihekî saxlem de ye dîsa pê dide ser. û ew dubendikê mele mihimedê şoşikî ku min cara yekem yan li tirşikê yan jî li twitterê xwendibû û yekcar jiber kiribû dixwênim.

mijar û mebhesa kurdan netê tahmkin bi dev û dindan
ji ku hişk e wekê sindan ne tê dayîn ne tê hildan.


û pê re bi gotineke herî sivik nebesatî û neşarezabûna serdarên me û kiryarên wan yên bêrûmet tê bîrê. parçeyek ji helbestê pîremêrd ya bi navê taqtaqkere hidikevê devê min.

taqtaqkerekey serdarî kanî
boç denallênî heta beyanî?

hîç kes natwanê ta roj binallê
meger ’aşiqê sewday xallê

diyar e min û to herdû hamferd în
herdûkman wek yek tûşî yek derd în

were herdûkman nalleman yek xeyn
bellkû bem ‘eşqe nîştiman ser xeyn


pê re tewizîbûna min û tirsokbûna min dihê bîra min. ev çarîne ya seyîd elîye findîkî dixwînim.

de ka rabe, tu bes raze!
xwe pêk bîne gelek taze,
li pêş te kaş û efraz e,
ji vê razanê şerm nakî?


û pê re dîsa kul û derdên min hemû tên bîra min. dîsa jî devê dîzika wan derd û kulan digirim. xwe digihînim xwedayê xwe û ji vî dixwazim daxwazên xwe û ev dubendikên ehmedê xanî bilêv dikim. dizanim. Xweda bigihêjî min û destê min bigrê û ezê rabim ser piyan. emê rabin ser piyan. bi destûr û alikariya xwedê.

xanîya zayi' me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!

saniê mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
lutf û îhsana wî jî derheq telebkarê xwe ye


Nizanim hinek ji helbestan hez dikim herhal.



27.07.2019 05:27 ~05:48 | bilbilê dilkul