Tirşik - Profîl
tirşik-profîla umed

profîla "umed"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

151. çima navê rojnivîsk lê te danin nizanim. gelek tişt di kûrahiya derûn di qewime ku ne roj dibîne ne jî tîrejek rojê digihîje. belkî tava rojê nikaribe bigihîje lê dilopek ji ewran dikeve ser darek ku ji gelek pelan pêktê . dilop yeko yeko ser pelan dişeqite û digihîje erdê zûha. ev erd ku bi hesreta wê dilopê mabû bi çendan roj hefte meh û demsalan. ewqa dem ji bo gihîştina dilop bendê mabû. lê dilop yeko yeko bi hemû pelan dem borand , maçî kir û dest pê da bi her yek pelek dema xwe borî lê dilop jî dizanî bû aqûbeta wî gihiştîna evîna rasteqîn bû ,ku têde ewê biheliyaba lê biba jiyan ji bo tovên darên mezin û wûrşedar. ka bêje rojnivîsk ewan tişta meriv dikare di rojek bije , yan jî ewan hestan dikare bê heps kirin di girtîgeha dem û di pişt caxên 24 saetan. de ka bila navê te bibe dilnivîsk.



2018.04.21-01:32 [guhertin:2018.04.21 01:42]| umed

140. silav rojnivîska delal , ew demek dirêj bû em ji hev veqetiyabûn. lê çawa jiyan digihêje mirinê ,em gihîştin ba hev. tu
başe zane sedema çûyina min çi bû. min xwestibû nîka xwe biguherînim ku bikim umed lê ev hewesa min di qiriqa min de hîşti bûn. de her çi be , wek dibêjin tiştê çû ne di dû, loma rasteqîn çû umed hat.



2018.01.07-00:56 | umed