4. Rewşa dinyayê ya aktûel jî jiberku bihêzbûna rejimên faşîst û popûlist û pêşveçûnên teknolojîk ber bi dîstopyayê ve diçe. lîberalîzm û demokrasiya radîkal di nav êşekî mezin de ye û jiber vê êşê sancoyî dibe.
-Şerên bazirganî yên di navbera dya û çînê de,
-piştî şerê sûrî zêdebûna koçberan û di encama vê zêdebûnê de krîza sîyasî û aborî ku li yekitiya ewropeyê pêk tê,
-hilbûna serokwezîrên wek trump, erdogan, bolsonaro, putîn, urban û şî cînpîng û hwd ên popûlîst û faşîst û egoîst ên ku ji bo berjewendiyên xwe divên dinyayê bêxin di nav kaosekî mezin de,
-zêdebûna popûlasyonan û kêmbûna derfetên xwezayî (natural resources?!) Û germbûna global û guherandina kişwerê (climate change),
- hilbûna çeteyên radîkal ên olî û îdeolojîk û faşîst ên ku di nav bajaran de mirovan di nav mizgeft û dêr û sînagog û hwd de wek ku gta bilîzin didin ber guleyan dikûjin,
mînaka dawî: (bnr: 15.03.2019 êrîşa mizgeftê ya li nû zelendayê)
Ku rind lê bêtin nihêrandin wê bê dîtin ku dinya xweş ber bi dîstopyayê ve diçe. Paşerojek totalîter û apokalîptîk hêviya me ezbenî.
|