Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirovên ku di cizdana xwe de wêneyên hezkiriyên xwe digerînin] de;

10. Ez bûm. Ez im. Dawî li têkiliya me hat lê hê jî wêneya wê di cizdana min de ye. gava din, dema min li kaxizekê digeriya leqayî wêneya wê ya ku ji bo destpêka karê xwe 12 heb girtibûn û yekê jî dabû min da ku di cizdana xwe de bigerînim, hatim. Li gorê Wê, dê nostaljîk bûya. Bi rastî jî êdî wêneyeke nostaljîk e. *

Du meriv ji hev hez dikin, her dem û serhatiyên jiyana xwe bi hev re dibuhurînin, dikenin, digerin, digîrîn, xemgîn dibin, bi hev şa dibin lê dawiya dawî dibin biyanî ji hev re û wek ew serhatî heb neqewimiye, wek ku ew her du însan hev heb nas nekiribin li hev dinêrin.

Ecêb e.

Tişta mereq dikim: gelo ez ê yeka din jî bi vî rengî hez bikim?



12.12.2020 22:16 | xelîl