Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wroclaw] de;

1. Çaremîn bajara herî mezin a polandê ye. Nêzikê sînora elmanyayê ye û 600 hezar nifusa wî heye û di warê aborî de piştî warsawê duyemîn bajarê mezin e. Sersala 2014an de heftiyek li vî bajarê sekinîm. Çemek mezin di nav bajar de dihere û avahiyên wî tev kevnare ne yên nûjen naye dîtin.
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn nêzê sedê heftê yê bajar bûye kavil lê bi alîkariya yekîtiya ewropayê bajar hatiye restore kirin.
Gelek zaningeh û xwendekar jî hene li vir. Îsal min ji bo masterê serî li zaningeha wroclawê da û hatim pejirandin lê mixabin ji pirsgirêkên aborî û tiştên din nekarîm biçûma. Belkî salek din bikarim biçim. Ya b'xêr. *



21.10.2018 21:00 | xelîl