Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [brexit] de;

1. ji peyvên british û exit(derketin) pêk tê. Yanî derketina brîtanyayê ji yekîtiya ewropayê ye.

piştî referanduma 2016an sedê 52 yê welatîyên brîtanyayê ji bo derketina ji yekîtiyê re gotin erê. li gor peymana di navbera brîtanya û yekîtiya ewropayê de divabû brîtanya îro ji yekîtiyê derketa lê ji ber ku sîyasetmedarên brîtanyayê nikarin li ser şêweya derketin a ji yekîtiyê lihevwerin ev rewş bi alîkariya yekîtiya ewropayê hat paş de xistin.

piştî ku parlementoya brîtanyayê teklîfên theresa may ên ji bo şekl û şêweya derketina ji yekîtiyê red kir divê brîtanya di 12ê avrêlê bê peyman ji yekîtiya ewropayê derkeve.

û herwiha dema ku brîtanya ji yekîtiyê derket divê 43 milyar pound bide.

girseyek mezin ên ku dixwazin an referandum anjî hilbijartin werin dubarekirin jî heye di nav gel de. yekîtiya ewropayê jî hertim dibêje hûn kengê bixwazin dikarin biryara vekêşin û wegerin yekîtiyê.



29.03.2019 22:26 | xelîl