Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [otokrasî] de;

1. kul û derdê min bû.*

Otokrasî, Sîstema hikûmetê ye ku tenê mirovek (otokrat) xwediyê hêza mitleq û bilintirin e.

Biryarên otokratan li ser hemû yasa û qeîdeyan in ku ti kes anjî ti sazî û organê dewletê nikare men’ bike anjî sînor dane li beriyan van biryaran. Divê derbe anjî serhildanek çê bibe da ku hêzên otokratan ji destên wan were standin.

Wek mînak em dikarin koreya bakur, erebîstana siûdî, mîrnişînên erebî yên yekbûyî, burundî (brunei) û umman bidin.

Lê hinek dewlet jî hene li ser makezagonên xwe de xwe wek xwedî demokrasî didin nişan lê di warê sepandina yasa û zagonan de wek otokrat xuya dikin. Mînakên wan jî: tirkiye, çîn û rusya.



06.08.2019 11:32 | xelîl