Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koma wergera fîlman ya tirşikê] de;

83. koma ku piştî pandemiyê dev ji wergeriyê berda. demekê wilo bû ku her hefte kêmanî 3-4 binnivîs diketin destê simurg. ez bixwe jî êdî li xwe nabînim wergerînim. dibe ku ji ber karûbarên jiyanê jî be.

dîsa jî bi kedeke bêhempa fîlman wergerandin ev kom.



22.10.2022 15:52 | xelîl

78. Koma ku fîlmên wergerandine li ser telegramê diweşine, kesên dixwazim temaşeyê fîlman bikin divê bibin aboneya kanalê:

kanala filmên bi kurdî ya telegramê: Here lînkê



09.05.2021 09:26 | xelîl

66. Koma ku êdî weke berî çalak nîn e. Belku van rojên qedexeyê dîsa dest bi wergerandinan bikin.

Divê kampanyayayek nû were lidarxistin. Ew kesên ku di kampanyaya dawî de hatin, her yekî bûn endamên domdar û hilberîner ên tirşikê. Li twîtter gelek ciwanên ku dixwazin ji xwe re cihek ewle û nas bibînin û tê de stara xwe bikin hene. Lê haya pirraniya wan jê tirşikê tune ye.

Diho ne pêr, hevaleke min a ku bi salan e me hevdû nedîtibû, bi saya serê wergereke fîlmê li ser twîtterê gihişte min û got ev bû demeke dirêj min ji bo binnivîsa kurdî peyam şandiya hesabê tirşikê ya twîtterê lê ti bersiv nehatiye. Ev jî kêmasiyek e.



12.12.2020 01:25 | xelîl

41. Koma ku endamên wan çiqas dikarin ji zimanê resen werdigerînin. piraniya wan inglizî an jî zimanekî xêyn ji tirkiyê dizanin. lê carinan hinek ji wergerên tirkî anjî soranî sûd werdigirin. ji ber ku gelek qalib, biwêj an jî argoyên zimanên din bo kurmancî nehatine wergerandin û nayên zanîn.



29.04.2020 18:54 | xelîl

39. fîlmên ku heta niha hatine wergerandin:

1 - los lunes al sol (2002)

2 - kingdom of heaven (2005)

3 - the wind rises (2013)

4 - enemy at the gates (2001)

5 - grand budapest hotel (2014)

6 - upgrade (2018)

7 - mad max: fury road (2015)

8 - dawn of the dead (2004)

9 - parasite (2019)

10 - stalker (1979)

11 - blade runner (1982)

12 - my neighbor totoro (2007)

13 - the prophet (2014)

14 - stranger than paradise (1984)

15 - the lord of the rings: the fellowship of the ring (2001)

16 - les filles du soleil (2018)

17 - the platform (2019)

18 - song of the sea (2014)



29.04.2020 17:19 ~17:20 | xelîl

31. malpera ku endazer li jor behs kiriye awirek.com e.

mixabin zêde li ber xwe neda.



12.04.2020 00:00 | xelîl

24. Koma ku bi awayekî çalak xebatên xwe didomîne.

fîlmên ku heta niha hatine wergerandin:

1 - los lunes al sol (2002) - los lunes al sol/117264

2 - kingdom of heaven (2005) - kingdom of heaven/117442

3 - the wind rises (2013) - the wind rises/117666

4 - enemy at the gates (2001) - enemy at the gates/117855

5 - grand budapest hotel (2014) - grand budapest hotel/118091

6 - upgrade (2018) - upgrade/118223

7 - mad max fury road (2015) - mad max: fury road/118391

8 - dawn of the dead (2004) - dawn of the dead/118631

9 - parasite (2019) - parasite/119098

10 - Stalkter (1979) - stalker/119954

11 - Blade Runner (1982) - blade runner/119952

12 - My neighboor totoro (2007) - my neighbor totoro/119956

13 - The prophet (2014) - the prophet/120529

14 - stranger than paradise (1984) - stranger than paradise/120528

15 - the lord of the rings: the fellowship of the ring (2001) - the lord of the rings: the fellowship of the ring/120527

têbinî: ji bo agahiyên binnivîsê bitikîne milê rastî.

têbinî 2: wê ev lîste were rojanekirin.


û herwiha: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî




28.03.2020 14:32 ~2020.04.20 23:24 | xelîl

19. koma ku heta niha 6 fîlm wergerandine.
fîlmam şeşemîn: upgrade/118223



fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê brusk56 ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 61.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê

temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142




16.03.2020 08:24 ~2020.03.20 18:11 | xelîl

12. Ewilîn wêneya profilê ya komê ji aliyê gulêê ve hatiye dîzayn kirin. Ser xêrê. *

Here lînkê



17.02.2020 00:01 | xelîl