Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [exitus ācta probat] de;

1. gotineka niccolò machiavelli ye ku di pirtûka wî ya prens de dibihure. bi wergerînek qilopilo dikarim bêjim ku tê wateya "hemû riyên diçin armancê meşrû ne". bi îngilîzî the end justifies the means.

ev gotin rastiya bingehîn a dewletan û têkiliyên wan ên navneteweyî dide nîşandan. îro rayedarên ku hêzê di destên xwe de digirin û naxwazin ev hêz û bandor ji destên wan derkeve û her tiştê û riyê dikin da ku hetaheta deshilata wan bidome û daîm bibe. ev diho jî wiha bû û kifş e wê sibe jî wiha be. di nav polîtîka û dîplomasîyê de normên sincî tune ne lê berevajî berjewendî, xwe-parastin û xwe-domandin heye.



05.02.2020 12:23 ~22:27 | xelîl