Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [george soros] de;

1. veberdêr û xêrxwazê amerikî yê ku ji eslê xwe macar e. 1930an de li budapeştê ji dayik bûye û tevî bi malbata xwe ji zilma nazîyan filitiye û koçê brîtanyayê kiriye. li brîtanyayê li ser eknonomî û felsefeyê xwendina xwe pêk aniye û wek bankgêr li bankayan xwebitiye.

piştî demekî, şîrketa xwe ya fonan damezrandiye û danûstandina fon û portfoyan kiriye. îro bi qasî 8 mîlyar dolaran serweta wî heye û heta niha dorê 12 mîlyar dolaran bexşê weqfa xwe ya open society (civaka muferih) ya ku bi armancên pêşxistina civakên nedemokratîk û paşdemayî hatiye avakirin, kiriye.

li ser soros gelek teoriyên komployê hene. yek ji wan ew e ku tê gotin ku soros aboriya global bi dekûdolabên xwe kontrol dike û bi navê demokrasî û azadiyê li ser dewletên paşdemayî dilîze.* û gelek teorîyên din jî tiştên vî rengê ne.

hikumetên rastgir ên wan dewletan dema dikevin zorê di heman demê de êrişê sorosî û dewletên mezin dikin û ji bo pişpişandina hestên netewî û xefkirina dejenerebûna saziyên dewletên xwe dijminên xeyalî yên wekî soros ava dikin. em dikarin minakekî bêhampa li tirkiyê jî bibînin.

(bnr: recep tayyip erdoğan)



07.02.2020 10:05 | xelîl