Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûtîmar] de;

34. tirşikvanê ku herwiha xêrxwazekî jidil jî ye*

bnr: yûsiv/129514



20.12.2020 18:40 | xelîl

33. Nivîskarê ku nizanim bi çi awayî biryara mijarên sîyasî dide.*

Vê nîvroyê min dest ji kar berdaye û gotiye ka ez li tirşikê binerim çi heye tune. Malnemîrat hemû mijaran kiriye sîyasî, bê têketin meriv nikare bixwîne.* Îcar min mereq kir û têketim tirşikê, çi bibînim?* pêwendiyên wan mijaran bi sîyasetê re tune ye.*



16.12.2020 13:23 | xelîl

31. Navê teyrekî efsanewî yê mîtolojiya farisî ye. Li gorî efsaneyê ev teyr tenê dikare ava zeryayê vexwe û lê ku ewqasî ji zeryayê hez dike û ji ber tirsa ziwabûna zeryayê dil nade av jê bixwe û ji tîbûnê di perava behrê de dimire.

Li gorî efsaneyê, çûka bûtimar li peravê tenê serê xwe disekine û bi matmayî û heyranî li zeryayê dinihêre. Dikare kurtek jî be ji wê ava bê serûbin vexwe lê êvîna zeryayê û tirsa ziwabûna zeryayê nahêle ku ew dilopek jî vexwe.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)

(bnr: bila navê hozan serhad bibe bûtimar)*

Here lînkê



15.12.2020 22:14 ~22:17 | xelîl

30. Îca bûtimar çi ye?

Ha ji te re kampanyayeke nû*:

(bnr: bila navê hozan serhad nebe bûtimar)



15.12.2020 20:55 | xelîl

24. serhedîtirîn (!?) tirşikvanê tirşikê ye. ji wanê ye û devoka me gelek xweş dinivîse.* dema peyamên wî dixwînim gundê min û dîwanên cim'eta kalemêrên gundê min tên bîra min.

xweziya zêdetir binivîse lê, bi gotina wî bixwe jî, dibe ku gotinên wî xilas bûne an jî kelecana wî ya rojên ewil winda bibe. lê dîsa jî dikare ji bo bûyerên nû û rojane şîroveyên xwe li vir binivîse.



03.04.2020 20:15 | xelîl

21. Tirşikvanê ku piştî demekê dirêj hebûna xwe bi me da hîskirin. *

Ser çavan hatiye.*

178 mijar û 415 peyam/113696



01.12.2019 12:18 | xelîl