Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [los lunes al sol] de;

9. fîlma ku min bi jêrenivîsa kurdî ya ji aliyê simurg56î ve hatiye wergerandin temaşe kir.

Fîlm qala 7 karkerên ku ji karên xwe beleheq hatine avêtin û rojên xwe bi lêgerîna kar ve û li barekî vexwarina eraqan re derbas dikin, dike. bêçarebûn û bêhêvîbûn û di encama van de kavilbûna jiyanên van mirovan, di vê rojeva ku bêkarî û hejarî bûye belayek û derdekî mezin de ji me re gelek nas têtin û gelek tiştan dibêje.

min listîkvaniya javier bardem zehf eciband. dîmena ku li kuçeyekê li ber firoşgeheke televîzyonan disekinin û di televîzyonê de li xwe dinêrin min him kenand him jî kesirand. bernameya gelo xwelîserê herî mezin kî ye?.*
Here lînkê

wergera simurg gelek baş bû, bê navber min temaşe kir. destên wî sax bin.



02.03.2020 10:46 | xelîl