Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [about time] de;

3. fîlmeke gelek xweş e, kêm fîlma romantîk-komedî ya min evqas ecibandiye heye. mijara xwe bi awayekî cuda û ne-ji-rêzê honandiye.

hêzeke te ya gelek kêrhatî hebe tê vê hêzê çawa û ji bo çi bi kar bînî? ji bo xwe tenê? ji bo perê? ji bo tolaziyê? ji bo guhertina sîstemê? bo edaletê? bo malbata xwe? an hevalên xwe? di fîlmê de bavê karakterê sereke beriya her tiştê hişyariya vê yekê dide. karakterê me jî bi serpêhatiyên xwe hînê bikaranîna vê hêzê dibe.

zêde nemaye di hişê min de û naxwazim spoiler jî bidim,:= axirê fîlmeke xweş e, meriv dikare carinan dîsa temaşe bike.



10.05.2021 19:01 | xelîl