Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirpan] de;

5. Tirpan kêşandin di nav paletî de asta herî bilind e. Dema em zarokbûn diçûn genim an jî giya dirûnê zarokên piçûk tirmix, yên hinek ji wan mezintir dirgan û ciwan û mêr jî tirpan digirtin. Hertim çavên me li ser tirpanan bû ku kengê bidin destê da ku em jî hînê dirûnê bibin.
Tê bîra min dema ez bûm 16 salî bavê min tirpanek nû û pir tûj ji min re anîbû. Zehf şad bibûm û min hest dikir ku ez êdî bûme mêr. Ew tirpan hê jî malê ye. Ez kengê biçim gund, li ser dara goz ê derê mala me tirpana xwe dibinim.



10.08.2018 00:10 | xelîl