Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hesinkar

profîla "hesinkar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîna] de;

11. wek, eynî, şibî, fena, nola, nota

Peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê.

Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in.
Mirov û heywan ne mîna hev in.

Hokerek e bo diyarkirina ku hin tişt mînak ango nimûne ne ji tiştekî.
Ew li gelek welatan gerriyaye, mîna Elmanya, Frensa, Swêd û Emerîka.

Hokerek e bo diyarkirina sedemê.
Mîna hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.

Girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê.
Mîna dixwazî, bike. (Tu çawan bixwazî, wisan bike.)

Girêdekek e li şûna bi awayê ku.
Gelo her tişt mîna ku hatiye gotin rast e?
Eynî tiştekê/î yan kesekê/î.
Ew jî tam mîna birayê xwe ye.
Bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de.
Mîna kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
(Di rastiya xwe de ev hevok dikare bi sê awayan bêt têgihiştin:
[1] Ji ber ku ez kurd im, ez vê neheqiyê qebûl nakim.
[2] Mîna ku çawan kurd neheqiya li kurdan qebûl nakin, ez jî neheqiya li gelê xwe [em bibêjin: gelê ereb] qebûl nakim.
[3] Kurd neheqiyê qebûl dikin lê ez na.)
Di dema tiştekê/î de.
Mîna zarrok, me pirr dilîst. (Dema em zarrok bûn, me pirr dilîst.)
https://ku.m.wiktionary.org/wiki/mîna



30.03.2019 19:12 ~19:15 | hesinkar