Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hesinkar

profîla "hesinkar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [osteoartrit] de;

1. Bi kurtasî (bnr: oa).
Bi navekî din (bnr: kirêcgirtin).
Bi gelemperî kesên ku temenê wî/ê 50 zêdetir derdikeve. Pirsgereke mezin e. Di movikan(eklem) da qerimin çêdibe. Bi gelemperî di çûkan da derdikeve. Lê di movikên din yên wek qorik(kalca), stûna piştê de jî pirsgirêk çêdibin.
Di kirkirikên(kikirdak) movikan de xerabî pêk dihê.
Ev yek jî dibe sedema êşê û qeriminê.
Hestiyên ku movikan de tên ber hev û zor didin hev û ev jî di movikan de dibe sedema zêfandinan(kisitlanma) û ew kesê ku êşên dikşîne nikare ling an jî stûya piştên xwe tevbigerine.
Divê masûlkeyên ku di derdora movik de bên biqewetkirin da ku bila hestiyên li ba hev zêde zorê nedin hevûdu û bila êş çênebe.

Di dayikên kurdan de nexweşiyeke belavbûyî ye.
Ji ber ku dayikên kurd gelek zarokan tînin dinê û kîlo hildigirin. Di civata me da obezite zêde ye. Her çiqas em bi xwarinên amade nexwen an jî jîyana me bêtevger jî nebe mezinên me gelekî zexm in û obezite di civata me de zêdetir e. Divê ew kesên ku ji wan re dibêjin kirêc girtiye bi zanayî kîloyen xwe yên zêde bidin.



14.12.2019 19:01 ~19:11 | hesinkar