Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oceancr

profîla "oceancr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sadiq ûskan] de;

3. Camêr siheta wî xweş be! Min ji romana wî ya Şanpaz gelekî hez kir. Ma ew çawa ziman e ku bi kar anîye!
Çi zimanekî xweş! Mirov gelek caran tênagihe ka gelo pirtûkekê dixwîne û an jî camêrek bi yekî re diaxive. Derbasbûnên di nav bûyeran de min gelekî serkeftî dît. Mirov pê naêşe.
Di romanê de nizanim lê weke min navê serleheng nedît yanî yê vebêjer. Wekî din afirandina lehangan bi min serkeftî hat.Belkî jî ev leheng di jîyana rastÎn a ku li Qoserê dibihûre de hene. Û nivîskar bi xwe raçavkerekî gelekî baş e.
Tişta bala min kişan Adilo çima ji ber ku jina wî ya amûdî hat revandin çûn pereyên ku wî çelpizandibÛn dan. Ji ber ku li gorî di agahîyên romanê de jineke wî ya din heye û qîmet nedayê. Tu jîyaneke wî ya din ku pute bi malbat, zarok, jin û ap û xal.. dide tuneye. Belkî jî ez li benda şoqekê bÛm ku ew romanê biqedîne. bo nimûne gelekî kêfan jê re hat wexta serlehend diçe serdana seydayê cîranê xwe yê nexweş. Mirov hêvî dike mela di nav livînan de be. Lê wexta derbasî hewşê dibe dengê mela dibihîze ku gazî wî dike. Lê dinihêre ku mer di destên wî de ye ber daran mer dike û dikole ku ber daran xweş bibin.
Wekî din bandora gundên wêrankirî, ceryana kaçax, bîrên avê, xwegermkirina mirovan a li ber sobeya ku bi ceryana kaçax , deynê ceriyanê, bêhêvîya ji dadmendîya dewlatadagirker, berbelavîya goştên mirîşkên rizî, Adilo, Hurîkoyê ku mirîşkan difiroşe û herwiha deqên deverî yên Qoserê balê dikişînin.
Ez pê kêfxwş bûm!



10.01.2020 04:00 | oceancr