Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tekoser

profîla "tekoser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku kurdî nizanin] de;

20. Heta nuka ez jî wîlo bûm. Min ji bilî Tirkî zimanekî din nezanibu, lê di paşî de ji bo master, min destpêka ferbûna Ingîlîsî kir. Piştê fer bûna bi Ingîlîsî, min destpêka Kûrdî kir. Di ferbûna bi Kurdi
de çavkanîyen min weku pirtuken rêziman, ferheng giştî bi Ingîlîsî bûn. Niha dikarim bixwînim, binivîsim û biaxivim. Heta hewalen min ku Kurdî baş dizanin dibejin ku Kurdîya te ji Kurdîya min baştire. Mixabin ez difikirim ku pir peyven hene ku ez nizanim.
Paşî destpêk kirina Kurdî min dît ku Kurdî gellek dewlemende, u gellek taybetîya rêzimana Kurdî hene ku bi Ingîlîsî pir hevşibînen xwe hene.

Rê bidin ku ez niha jî hindik kurdî fer bibim. Hin peyven min hene ku ez ji bîra xwe bixim. *



06.11.2018 00:50 ~12:48 | tekoser