Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [maurizio garzoni] de;

3. keşeyê di destpêkê de bawerîya xwe li ola Katolîk a Îtalîyan tîne û paşê jî bawerîya xwe li ola anglo-saxon protestanîyê tîne ye.
sala 1762 de tê herêma Mûsîlê û piştî du salên din derbasî bajarê amediyê dibe. di wê demê de amedîye paytexta mîrê behdînanê bû. wî ji bo kitêba xwe ya bi navê (bnr: granmatica e vocabulario della lingua kurda) agahî û materyal berhevkirine. paşê jî van berhevkarîyên xwe yên di derbarê rêziman û ferhengê li romayê di sala 1787an de çap dike.

hempîşeyê garzoni, (bnr: guiseppe campanile) (z. 1762 - m. 1835) ji alîyê Romayê ve ber bi mûsîlê ve tê şandin. ew piştî şeş salan li kurdistanê bi navê Apostolic Prefect for Mesopotamia and Kurdistan yanî serokê hewarîyan ê mezopotamyayê û kurdistanê tê binavkirin. roma wî wekî serok û walîyê herêmê tayîn dike.
dema ew li kurdistanê kitêba xwe ya bi navê (bnr: storia del kurdistan) yanî (bnr: çîroka kurdistanê) dinivîsîne û di 1818an de li Naples-napoli çap dike. ev kitêb yekemîn nêrîna gelemperî ya li ser kurdistanê ye, guiseppe di kitêba xwe de behsa çavderîyên xwe yên di derbarê kevneşop, edet, rêûresman; çalakî û seremonîyên ku şahîdê wan dibe û nasîna mirovên kurdistanê dike.

xwezî wan çaxan kurdan şûna îslamîyetê, dînê mesîh xristîyanî qebûl bikirîya.
ger wisa pêkbihatîya ez bawer dikim niha em kurd dê ne di vê rewşê de bûna, şûna wê çaxa ku seferên haçliyan çêbûna û miletên xristîyanî hatine parastin û îro hemû xristîyan xwedî maf û dewlet in kurd jî dê wisabûna.
werhasil, dîrok bi tercîha mirovan diyardibe. em û nifşên piştî me ciza û cerimê kal û pîrên xwe dikeşînin.



06.02.2020 07:47 ~08:29 | lehî baranyan