Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wunken] de;

2. muzîka strana stranbêjê farsî (bnr: jamshid sheibani) ya bi navê simin barî û wunken heman muzîke. strana farsî li ser bedena jinê û straneke romantîk e. teqrîben jamshid ev stran di salên 1950-60an de strandîye. kompozîtor û stranbêjê kurd ê qedr û hêja (bnr: qadir dîlan) ku zêde zêde jê hez dikim û ez dibêjim kêm kesan mîna qadir dîlan ketine di nav muzîk û hunera kurdan de. qadîr dîlan jî strana wunken nivîsîye, muzîk heman muzîk e lê gotinên muzîkê cûda ne. berovajî strana farsî ya romantîk, wunken sirûdeke bihêz û hestîyar e. teqrîben qadir dîlan wunken di navbera salên 1970-75î strandîye.
ev tê vê wateyê ne tenê farsan, tirkan, ereban muzîka stranên kurdî adapteyî zimanê xwe kirin, herweha kurdan jî muzîka stranên van zimanan adapteyî zimanê xwe kirine.

jamshid sheibanî bi stranbêja tirk (bnr: emel sayın)ê re dûeta vê stranê jî kirîye.
her du lînk li jêr in:








07.02.2020 01:08 ~01:10 | lehî baranyan