Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [reşbeleka: kurdîzade ehmed ramîz] de;

4. Nivîsar û gotinên ehmed ramîz di reşbelekê de bi gilî û gazinan dest pê dike û kurdîzade ehmed sedê sed di van gilî û gazinên xwe de mafdar e:
"kurd şeş milyon hene, eceba heta nûha şeş însan rabûne qencîtikî bo kurdan kirine? kella summe kella."

ehmed ramîz van gotinên xwe ji bo wan kesên ku bi eslê xwe kurd lê diçin xizmeta zimanê serdestên xwe dikin re dibêje. ew wan edebiyatvanan ji bo ""se'adeta qewm û eşîreta xo" naxebitin ji melûnan dijwartir dibîne û wan bi xîyanetê tawanbar dike.
di vê mijarê de ew mîsala qumandanekî yûnanî dide ku îltîcayî dewleteke dijmin kiriye lê ji bo ku bêbextiyê li welatê xwe neke xwe kuştîye.

îro jî dema em li rewşa kurdan dinêrin em dibînin ku gelek kurdên nivîskar, stranbêj, derhêner, lîstikvan diçin xizmeta zimanê tirkî, erebî û farsî dikin. ev yek wekî ku ehmed ramîzî gotî xîyaneta zimanî û welatî ye.
ji sedsalan zêdetir e ev çerx wisa her çerx dike, bi rexne û gotinan ev çerx wê bo başbûna kurdî bizivire.



08.02.2020 10:27 | lehî baranyan

3. (bnr: kurdîzade ehmed ramîz) piştî ku tevahîya mêrên malbata (bnr: bedirxanî)yan ji alîyê 'ebdulhemîdê duyem ve tê sirgûnkirin kitêba xwe ya (bnr: reşbelek) nivîsîye.
di vê kitêbê de beşek li ser (bnr: emir bedirxan) heye, ehmed ramîz piştî behsa serhildana bedirxan beg dike, wî û têkoşîna wî bilind dike. di vê beşê de gotina herî balkêş a ehmed ramîz derbareyê teklîfa îngilîzan de ye:
di dema serhildanê de îngilîza teklîfa hikûmeteke serbixwe li (bnr: bedirxan beg) kiriye, lê bi gotina ehmed ramîz "wa esefa" yanî "mixabin" bedirxan beg ji ber hesasiyeta xwe ya îslamî ji bêdela serxwebûnê esareta osmanî tercîh kirîye û ji ber vê yekê jî hem rihetîya wî xirabûye hem jî kurd di nav sefaletê de mane.

jêder: (bnr: mesûd serfiraz) (bnr: kurd, kitêb, çapxane) r.70

sed mixabina te bedirxan beg, heke ev îddîa rast be îro mixabin sedemeke din a evqas êşkişandin û rezîlîya bindest jî bedirxan beg e.
misilmantî çima evqas belayê serê kurdan e û çawa ol bikeve pêşîya nasmeya netewî.
baş e ku kur û nevîyên bedirxan beg, (bnr: emîn alî bedirxan), (bnr: celadet alî bedirxan) û (bnr: kamîran alî bedirxan) naşibin bedirxan beg.
an na belkî kurd û kurdî av bi av biçûya.



08.02.2020 09:24 | lehî baranyan