Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lehî baranyan

profîla "lehî baranyan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkchallenge] de;

5. Beriya du rojan (02.12.2018) Cemîl Oguz di malpera Diyarnameyê de nivîsa xwe "Hin çalakiyên Kurdan ku nakevin serê min" de derbarê vê mijarê de rexneyeke bêbingeh û virt û vala nivîsî. Li gorî Oguz, divê Kurd van tiştên wekî pirtûkchallenge û çi tiştên din hebin bi Kurdî binivîsin.

Lê tişta ku Cemîl Oguz jî baş dizane, kijan welatî ew tişt afirandîbe bi zimanê wî welatî tê binavkirin, bila cara yekem Kurdan çêkiriya û mohra xwe lê bidana. Li gorî Oguz navê vê çalakiya pirtûk guhertinê ev bûya dê baştir bibûya: "Qubxwestina Pirtûkan". Li her derê cihanê û li Tirkiyeyê her kesî bi banga "book challengê" gazî hev kiriye, kurdan ew "book" kiriye "pirtûk". Ev xwestekên wiha wekî dewra Cumhuriyeta Tirkiyeyê "öztürkçecilik"ê re eynî ye.

Nivîs ji serî heta dawiyê bi van mînak û rexneyên vala re hatiye tijekirin, kesên dixwazin bixwînin lînk li vir e.

Here lînkê http://diyarname.com/article.php?Idx=6370



04.12.2018 16:34 | lehî baranyan